Tu bixêrhatî Knuden – Dibistana hunerên dîtinî û derbirrînî li Kristiansand

Knuden – Dibistana hunerên dîtinî û derbirrînî li Kristiansand, dibistanek e çandî yî şaredarî ye jibo zarok û gencan. Perwerde di van babetên li jêr de piştî dema dibistanêyî asayî û ji aliyê mamostayên pispor ve tê kirin:

  • Hunerên wêneyî – nigarkêşî (resmandin) bi rengên zeytî, nigarkêşî, sêramîk û hw.
  • Stran (koro û strana takekesî)
  • Reqs (şêweyên regsê yên cuda)
  • Komên mûzîkê (Jazz/Pop/Rock)
  • Orkêstra (mûzîka klasîkî)
  • Şano, mûzîkal û împrovîzasyon
  • Amûrên (aletên) mûzîkê (hemû rengên amûran)
  • Simsim/karûsel – hin nimûne ji hunerên ku dibistan perwerdeyê di wan de pêşkêş dike.
  • Nivîsandina afrêner (xulqêner) – Ji wan kesan re ku dixwazin çîrokan biafirînin.
  • Hunerên kompyûterî
  • Teknolociya mûzîkê
  • Ristina gotinên stranan
  • Teknîka şanoyî
  • Perwerdeya taybetî yî adaptekirî

Buhayê her çalakiyekê cûda ye, û dema mehtêcî hebê mirov dikare amûran kirê bike. Her wisa mirov dikarê daxwaza wergirtina ciyên belaş jî bikê.

Li vir tu dikarê zanyariyên berferehtir derbara dibistana huneran de bi zimanê inglîzî bibînê.

Tu dê me li van ciyan bibînê

Peywendiyê bi me re bike liser

Tlf. 38148730
E-post: post.kulturskolen@kristiansand.kommune.no

Were seredana me li

Silokaia

Sjølystveien 20
4610 Kristiansand
Demên vekirina nivîsgehê:
Rojên nava heftiyê, ji seet 08.00–15.30

Søgne: Tangvall skole- og idrettssenter

Sentrumsveien 20
4640 Søgne

Noden
Songdalsvegen 48
4645 Nodeland

Me liser medyaya sosyal taqîb bike

Facebook
Instagram